عراقيه وافتخر
اهلا وسهلا بك
نورت المنتدى
قم بالتسجيل
وتشرفنا بك في منتدانا
عراقيه وافتخر
اهلا وسهلا بك
نورت المنتدى
قم بالتسجيل
وتشرفنا بك في منتدانا
عراقيه وافتخر
هل تريد التفاعل مع هذه المساهمة؟ كل ما عليك هو إنشاء حساب جديد ببضع خطوات أو تسجيل الدخول للمتابعة.


منتدى شامل وترفيهي وسياسي وثقاقي واجتماعي منتدى لكل العراقيين والعرب
 
الرئيسيةأحدث الصورالتسجيلدخول

 

  Serokwezîr Barzanî: Civînên bi Bexdayê re baş birêve çûn

اذهب الى الأسفل 
كاتب الموضوعرسالة
Y & K
اﻹداره
اﻹداره
Y & K


الدوله : العراق
عدد المساهمات : 45
تاريخ التسجيل : 03/12/2014
العمر : 27

 Serokwezîr Barzanî: Civînên bi Bexdayê re baş birêve çûn Empty
مُساهمةموضوع: Serokwezîr Barzanî: Civînên bi Bexdayê re baş birêve çûn    Serokwezîr Barzanî: Civînên bi Bexdayê re baş birêve çûn I_icon_minitimeالجمعة ديسمبر 05, 2014 11:47 am


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku tişta girîng a di cîvînên ligel Bexdayê de bidestxistine ew e ku karîne du tiştan ferz bikin û got: ‘’Yekem rakirina wan hemû cezayên ku li ser butçeya Herêma Kurdistanê hatibûn danîn. Duyem jî, rêkeftina li ser hinardekirina petrolê û butçeya Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge.’‘
Piştî rêkeftina navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta İraqê, doh êvarê (02.12.2014) şanda bilind a hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr nêçêrvan Barzanî vegeriya Hewlêrê. Li Bexdayê jî piştî bidawîbûna civînên ligel berpirsên İraqî, Serokwezîr Barzanî di civîneke çapemeniyê de naveroka civînan ji raya giştî re eşkere kir.
Barzanî bal kişand ser civînên du rojên borî û got: ‘’Em di van herdu rojên borî de ku li Bexdayê bûn, ji bo çareserkirina wan pirsgirêkên ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene, me çendîn civîn ligel Serokwezîrê İraqê, Wezîrê Petrolê û wê ekîba ku ji bo gotûbêjan hatibû diyarkirin, kirin û îro dawî li serdana xwe tînin.’
‘Ji bo me ya girîng çareserkirina pirsgirêkan e
Li ser wêya ka gelo civîn bi çi awayekî birêve çûn, Barzanî wiha axifî: ‘’Ez dixwazim bibêjim ku bi awayekî giştî civîn gelekî baş birêve çûn. Me dît ku xwestekeke baş bo çareserkirina pirsgirêkên ligel Herêma Kurdistanê li ba Serokwezîr, Wezîrê Petrolê û wan hemû wezîrên hikûmeta birêz Ebadî heye. Ew dixwazin pirsgirêkan bi awayekî baş ligel Herêma Kurdistanê çareser bikin. Me ji roja yekem ve tekez kir û em dixwazin careke din jî dubare bikin ku tişta girîng bo me çarserkirina wan pirsgirêkan e ku ligel Bexdayê hene, em vêna ji hemû bijardeyên din baştir dibînin.’‘
Derheqa wan rêkeftinên ku di du rojên borî de ligel şanda hikûmeta İraqê jî hatine kirin, Serokwezîr Barzanî got: ‘’Piştî wêya ku serokwezîrê berê yê İraqê bi awayekî yekalî beşa butçeya Herêma Kurdistanê qut kir, me gelekî hewl da ku vê pirsgirêkê bi rêya diyalogê çareser bikin, bi kêfxweşî dibêjim îro ligel birhez Ebadî û ekîba ligel gehiştine hinek rêkeftinan û li gor me ew rêkeftin di berjewendiya Herêma Kurdistanê û Bexdayê de ne, bi awayekî vekirî jî em dikarin bêjin ku herdu alî bi awayekî serkeftî ji vê proseyê derketin.’‘Beşa Herêma Kurdistanê ji butçeya giştî ji sedî 17 dibe
Derbarê naveroka rêkeftinan de jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha axifî: ‘’Rêkeftin wiha dibe; Em dê rojane ji kêlgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê 250 hezar bermîl petrol ji Bexdayê re temîn bikin, em dê alîkariya wan bikin bo hinardekirina petrola Kerkûkê, ligel vêna jî beşa Herêma Kurdistanê ji butçeya giştî ya İraqê ji sedî 17 dibe û herdem me tekez kiriye ku tişta tê şandin ne ji sedî 17 ye û kêmtir e, evna jî dê bo Herêma Kurdistanê were temîn kirin.’‘
Li ser pirsa Pêşmerge ku yek ji wan pirsgirêkan e heta niha di navbera Hewlêr û Bexdayê de nehatiye çareserkirin, Nêçîrvan Barzanî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Serokwezîrê İraqê rêza xwe bo Pêşmergeyên Kurdistanê pêşan da, bi taybetî bo wê xebat û qurbaniyên ku dane û niha jî li eniyên pêş ên şerê terorê ne. Ew li ser wê yekê razî bûn ku hinek pereyan bo Hêzên Pêşmerge temîn bikin ku nêzîka 1 trîlyon û 200 milyar dînar e.’‘Ne rêkeftina dawî ye, lê li gor me destpêkeke baş e’
Di civîna çapemeniyê de Serokwezîr zêdetir li ser rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê rawestiye û wiha pêde çû: ‘’Ew rêkeftina niha, ne ya dawî ye, lê li gor me destpêkeke baş e. Hinek pirsgirêkên din mane ku divê di van nêzîkan de li ser wan biaxifin û bighin rêkeftinê. Evna ji bo herdu aliyan destpêkeke baş e daku bikaribin di hundirê şeş meh an zêdetir de, hemû pirsgirêk û nakokiyan çareser bikin. Ez dikarim bi awayekî giştî bibêjim ku em bi vê rêkeftinê kêfxweş in û wek destkefteke baş dibînin bo hemû aliyan li gor wan pirsgirêkên me yên ku berî niha li Kurdistanê hebûn, me qonaxeke baş derbas kiriye.’‘
Li ser pirsa gelo zexta derve bi taybetî Amerîka û aliyên din li ser şanda Herêma Kurdistanê hebû daku ligel Bexdayê bighe rêkeftinê; Barzanî got: ‘’Tu zextek li ser me nebû. Tişta me kiriye li ser xwesteka Bexda û Hewlêrê bû, me xwestiye bighin encamekê û tu zextek li ser me nebû. Rola Amerîka, Brîtanya û Neteweyên Yekbûyî teşwîqkirina herdu aliyên danûstandinan bû daku bighin rêkeftinekê û herwiha di rêxistina wan rûniştinan de jî tu rola wan nebû. Wek tê zanîn demek berî niha birêz Adil Ebdulmehdî hat Hewlêrê, ligel min û kak Qubad rûniş û li wir li ser wê yekê rêkeftin daku em bên Bexdayê û dest bi gotûbêjan bikin.’‘
Li ser wêya gelo ew pereyên ku dê Bexda ji Hêzên Pêşmerge re bişîne ji beşa butçeya Herêma Kurdistanê ye yan na, Serokwezîr got: ‘’Ew pereyên ku ji Hêzên Pêşmerge rêkeftin li ser hatiye kirin û tên temîn kirin, li derveyê beşa Herêma Kurdistanê ye û ji butçeya giştî ya İraqê dibe, wate ne ji sedî 17’ê butçeya Kurdistanê ye. Wan qebûl kiriye ku Hêza Pêşmerge bibe beşek ji sîstema berevaniyê ya İraqê. Evna rêkeftineke gelekî girîng e ku piştî 11 sal gotûbêj ligel Bexdayê ev pêşniyar hat qebûlkirin. Ew ji butçeya berevaniyê ya İraqê beşekî ji Pêşmergeyan re temîn dikin.’‘
Derbarê şandina petrola Kerkûkê de bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Di warê pratîkê de petrola Kerkûkê divê bi rêya Herêma Kurdistanê derkeve, em jî razî bûn ku rojane 300 hezar bermîl petrola Kerkûkê di boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê re bişînin derve. Dibe ku her di vê hefteyê de dest bi karê teknîkî bê kirin; wek danîna boriya petrolber û hêvhidar in di zûtirîn dem de bikeve warê cîbicîh kirinê.
Barzanî da zanîn ku tişta girîng a di cîvînên ligel Bexdayê de bidestxistine**ew e ku karîne du tiştan ferz bikin û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Yekem rakirina wan hemû cezayên ku li ser butçeya Herêma Kurdistanê hatibûn danîn. Duyem jî, rêkeftina li ser hinardekirina petrolê û butçeya Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge.’‘
الرجوع الى أعلى الصفحة اذهب الى الأسفل
 
Serokwezîr Barzanî: Civînên bi Bexdayê re baş birêve çûn
الرجوع الى أعلى الصفحة 
صفحة 1 من اصل 1
 مواضيع مماثلة
-
» Barzanî serdana eniyên Kerkûkê kir

صلاحيات هذا المنتدى:لاتستطيع الرد على المواضيع في هذا المنتدى
عراقيه وافتخر :: منتدى كوردستان العراق-
انتقل الى: